Mehmet Çetin'in Yeni Kitabı "Pûşpera Gêlezan / Kirazların Haziranı" Yayımlandı

Mehmet Çetin
March 07, 2008

"Bir insan köprü kurar, bin insan geçer" diyor bir Özbek atasözü.

Lîs Yayınevi, şiirin ve çevirinin olanaklarıyla dilleri birbirine kazandırmayı devam ediyor. Daha önce A. Telli, Ş. Erbaş, A. H. İzgören ve M.Mungan gibi şairlerin seçilmiş Türkçe şiirlerini Kürtçe'ye (Kurmanci) kazandırıp yayımlayan Lîs, Türkçe-Kurdî Poetika dizisinde bu kez Mehmet Çetin'in Türkçe seçilmiş şiirlerini Lal Laleş ile Kawa Nemir'in çevirisi ve "Pûşpera Gêlezan / Kirazların Haziranı" adıyla yayımladı.

"Pûşpera Gêlezan / Kirazların Haziranı" altı bölümden oluşuyor: ‘gülü gül ile tartan kardeşlik baharını / haber eylemek için günlere ve güllere' dizeleriyle başlayan ilk bölüm, Mehmet Çetin'in ‘kitapsız' yeni şiirlerinden oluşuyor. ‘Kekemece', ‘Aşkkıran', ‘Hatıradır, Yak Bu Fotoğrafı' ve ‘Birağızdan' adlı şiir kitaplarından yapılmış seçmelerle, Mehmet Çetin'in 1988 yılında cezaevindeyken yayımlanan ilk kitabı ‘Rüzgâr ve Gül İklimi'ne kadar giden bir şiir serüvenine tanıklık sunuyor.

M. Çetin'in yirmi yılı aşkın Türkçe şiir birikimine, izlek ve uğraklarına dair bütünlüklü bir okuma fırsatı sunan bu kitap, kendisi de Kürt (Kırmanç) olan ve 20 yılı aşkındır ana dili Kırmancki'yle de yazan bir şairin, 8 yaşında öğrendiği Türkçe ile ilişkisi bağlamında önem taşırken; şiirlerindeki ses, imge örgüsü ve coğrafyası ile duygusal-düşünsel kaynakları üzerinden, anadili Türkçe olmamasına karşın Türkçe yazan ama bunların ‘Türk Şiiri' yerine, ‘Türkçe Şiir' olarak tanımlanmasını öneren duyarlık ve dikkate de bir başka açılım sunmuş oluyor.

MEHMET ÇETİN ●1955, Dersim doğumlu. Üniversite eğitimini sürdürürken, politik faaliyeti gerekçesiyle tutuklandı ve sekiz yılı aşkın bir süre cezaevinde kaldı. Rüzgâr ve Gül İklimi ile Birağızdan adlı şiir kitapları daha cezaevindeyken yayımlandı. Bunları Asmin adlı öykü kitabı ile Eylül Çiçekleri adlı derleme ve Hatıradır, Yak Bu Fotoğrafı, Aşkkıran, Kekemece adlı şiir kitapları izledi.

Piya Yayın Kolektifi'nin kurucularından ve Kunduz Düşleri, Ütopiya adlı dergilerin de editörlerinden olan Mehmet Çetin'in şiirleri birçok dile çevrildi ve değişik müzisyenlerce bestelendi. Çevirmenlik ve editörlük de yapmakta olan M. Çetin, Amsterdam, İstanbul, Dersim merkezli yaşamakta ve değişik yayın organlarına yazmayı sürdürmektedir.

Gotineke pêşiyan a Özbekan wiha dibêje: "Mirovek pirek çêdike, hezar mirov di ser re derbas dibin."

Weşanên Lîs, bi derfetên helbest û wergeranê, xebata hevnêzikkirina zimanan didomîne.

Weşanên Lîs, ku berê jî wergera Kurdî (kurmancî) ya helbestên bi Tirkî yên helbestkarên wekî A. Telli, Ş. Erbaş, A. H. İzgören û M. Mungan di nav rêzeya Poetîka Tirkî-Kurdî de weşandibû, vê carê jî, bi wergera Lal Laleş û Kawa Nemir, helbestên Tirkî yên bijare yên Mehmet Çetin bi navê Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı weşand. Pûşpera Gêlazan/Kirazların Haziranı ji şeş beşan pêk tê: beşa yekem ku bi ristên, "Ji bo xeberdana bihara biratiyê ya ku gulê/bi gulê diwezinîne bo rojan û gulan" dest pê dike, ji helbestên Mehmet Çetin ên ku neketine pirtûkan pêk tê. Bi vê bijareyê, ji helbestên Mehmet Çetin, ên ku ji pirtûkên "Bi lalûteyî", "Evînqelîn", "Bîranîn e bişewitîne vî fotrafî", "Biyekdengî", "Ba û seqaya gulê" hatine bijartin, heta bi pirtûka wî ya yekem "Ba û seqaya gulê" ku di sala 1988an de dema di girtîgehê de bûye hatiye weşandin, govaniya serboriya helbesta Mehmet Çetin tê kirin.

Vê pirtûka ku der heqê danehev û paşxaneya helbesta Mehmet Çetin a Tirkî û der heqê şoperê û guzergahên wî de derfeta xwendineke tevahî dide mirov, girîngiya têkiliya helbestkar a bi zimanê Tirkî re ku di 8 saliya xwe de hîn bûye û digel ku ew bi xwe jî Kurd e (Kirmanc) û ji 20 salan zêdetir e bi zaravayê dayika xwe Kirmanckî dinivîse jî, darî çavan dike; û di ser deng, hêma û cografyaya helbesta wî re, ji bo hestyarî û baldariya kesên ku, zimanê dayika wan ne Tirkî ye û bi Tirkî dinivîsin û li şûna Helbesta Tirk, pênasekirina Helbesta Tirkî pêşniyaz dikin, aso û bergeheke dîtir derpêş dike.

MEHMET ÇETİN ●Sala 1955'an, li Dersîmê ji dayik bûye. Dema ku perwerdehiya xwe ya zankoyê didomand, ji ber kiryarên xwe yên polîtîk hat girtin û ji heşt salan zêdetir di girtîgehê de ma. Dîwanên wî yên bi navê Ba û Seqaya Gulê û Biyekdengî hê bi xwe di girtîgehê de bû hatin weşandin. Di pey van re, pirtûka wî ya kurteçîrokan Asmîn, berhevoka wî Kulîlkên Rezberê û dîwanên wî Bîranîn e, Bişewitîn Vî Fotrafî, Evînqelînek û Bi Lalûteyî derçûn. Her wiha, pirtûka wî ya nivîsên lîrîk a bi navê Atımı Bağladım İğde Dalına (Min Hespê Xwe Bi Şaxa Sincê Ve Girêda) ji aliyê Weşanên Agorayê ve hat çapkirin. Helbestên Mehmet Çetinê ku yek ji wan damezirînerên Kolektîfa Piyayê ya Weşanê û yek ji wan edîtorên kovarên bi navê Kunduz Düşleri û Ütopiyayê ye, bo gelek zimanan hatin wergerandin û ji aliyê muzîkjenên cihê ve hatin bestekirin. M.Çetinê ku wergêrî û edîtoriyê jî dike, li bajarên Amsterdam, Stenbol û Dersîmê dijî û bo weşanên curbecur nivîsan dinivîse.

PUŞPERA GÊLAZAN/KİRAZLARIN HAZİRANI

Mehmet Çetin, çeviri: Lal Laleş, Kawa Nemir, Lis, Poetika Dizisi, Ocak 2008, ISBN:978-975-6179-56-7, 128 SAYFA, 10 YTL

Lîs Yayınları:Kooperatif Mahallesi Sanat Sokağı Dicle Apt. Altı NO: 2 Yenişehir /Diyarbakır

TEL-FAX: 0 412 228 97 76 e-mail: wesanenlis@yahoo.com www.wesanenlis.com

Share Box